Şaxa Jinan ên HÜDA PARê yên Êlihê, piştî operasyonên ku li dijî avahiyên LGBTÎyê hatin kirin, bertek nîşanî daxuyaniyên ji aliyê DEM Partiyê ve hatin dayîn dan. Di nirxandina hatî kirin de hat diyar kirin ku divê parastina saziya malbatê û zarokan di ser nîqaşên siyasî re bête girtin.
Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku parastina avahiya malbatê berpirsiyariyeke civakî ye û hat ragihandin ku divê bawerî, kevneşopî û hesasiyetên malbatê yên civaka kurd di nêzîkatiyên siyasî de ber çavan re bên girtin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Şaxa Jinan ve hatî dayîn de hat diyar kirin ku parastina malbatê ya ku kevroşka bingehîn a civakê ye ne tenê tercihên siyasî ne, berpirsiyariyeke civakî ye û wiha hat gotin:
"Ji holê rakirina her gavê ya ku ji bo parastina malbatê, zarokên me û nirxên bingehîn ên civaka me tê avêtin li şûna ku bibe mijara nîqaşê, pêşî divê mirov gefên ku saziya malbatê bi wan re rû bi rû ye bibîne. Daxuyaniya ji aliyê DEM Partiyê ve hatî dayîn, di nav nakokiyeke cidî de ye bi bawerî, avahiya malbatê û kevneşopiyên kûr ên gelê kurd re. Parastina paşeroja jinên me, zarokên me û malbatên me nayê wateya dijminatiya li dijî tu aliyekî. Îtiraza me li dijî ferzkirinên îdeolojîk e ku dikarin saziya malbatê û geşedana zarokan bi rengekî neyînî bandor bikin."
"Em ji DEM Partiyê bi awayekî vekirî pirs dikin"
Di daxuyaniya ku hat diyar kirin partiyên siyasî dikarin nêrînên cuda biparêzin de cih dan van îfadeyan:
"Partiyên siyasî helbet dikarin nêrînên cuda biparêzin. Lê nedîtina bawerî, avahiya malbatê û hesasiyetên kevneşopî yên gelê kurd û tune hesibandina mîlyonan mirovên ku derbarê malbatê de fikarên xwe tînin ziman nayê qebûl kirin. Em ji DEM Partiyê bi awayekî vekirî pirs dikin: Gelo hûn ê hesasiyetên malbatê yên li ser bawerî û kevneşopiyên gelê kurd ber çavan re bigirin, an jî hûn ê daxwazên derdorên îdeolojîk ên qutbûyî yên ji civakê bixin pêşiyê? Em wekî Kollên Jinan ên HÜDA PARê yên Êlihê; em ê parastina malbatê, zarokên me, dayiktiyê, aramiya civakî û nirxên me yên exlaqî bidomînin. Ji ber ku parastina malbatê û nifşê me, hewcedariya baweriya me û berpirsiyariya me ya civakî ye."