SEBEBÊ KÎNA ESKERÊN EMRÎKA
ORDIYA EMRÎKA DI DERSÊN XWE DE DIJMINANTIYA ÎSLAMÊ HÎNÎ ESKERÊN XWE DIKE
Li gor xeberan hat diyar kirin ku Ordiya emrîka, di te’lîm û dersên xwe de, dijminantiya Îslamê hînî esker û sûbayên xwe dike. Eşkere dibe, eskerên Emrîka, li cîhê ku îşgal kiriye, çima ji millet û muqeddesatên Îslamê re, ewqas bi kîn û nefret in.
Tê gotin ku ordiya Emrîka, di aqademiya qûrmayê de, di te’lîm û perwerdehiya esker û sûbayan de, bi heqaretî behsa dînê Îslamê dike, muslumana terorîst nîşan dide. Hinek sûbay, bi kîn wuha dibêjin “Ji bo emrîka ji muslumana paqij bibe, mîna Hîroşîma divê li muslumana jî, li Mekke û Medînê, bombê atomîk bên avêtin.”
Tê îddîa kirin ku du qezetevan, belgeyên dersên eskerên Emrîka bi dest xistine û di kovara Wîredê de hatiye behs kirin.
Wezareta parastina Emrîka, di meha Nîsanê de qebûl kiribû di dersên sûbay û eskeran de, dijminantiya Îslamê tê kirin. Wezaret diyar kiribû ku van ders ji mufredatê hatine rakirin.
bangaheq