Waliyê Agiriyê Suleyman Elban, derbarê mirina Leyla Aydemîr de bi endamên çapemenîyê re agahî parve kir.
Walî Elban wiha got, “Li gor encamên lêkolîn û otopsiyê zaroka me 8-10 roj piştî wendabûnê mirîye. Tê texmînkirin ku piştî ku dimire heta roja ku hat dîtin li dereke din hatîye veşartin û 2-3 roj berê hatibe danîn kêleka çemê Têde hat dîtin.”
Sedemê mirinê birçîhiştin e!
Elban di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Ji ber ku 8-10 rojan birçî hîştine miriye. Di cesedê zarokê de şûna tu lêxistin ezîyet û derbeyê tibebû. Di wê heyamê de ji teref heywanên wehşî ve tu tiştek pê nehatîye kirin. Tu emareyên wek destdirêjîyê tineye. Şewatên di bedena wê de ji ber tavêye. Destê sibê otapsîya zaroka me temam bû. Cinaze vê sibê piştî saet 5an teslîmî malbata wê hat kirin. Serê me teva sax be. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket pêncan.”
Li ser pirsa rojnamevanekî ya gelo, ‘Leyla winda bû an hat revandin’ Walî Elban wiha got, ‘Hat revandin’.
ÎLKHA