Şehîd Muhammed Tariq: Ey ew ên tirsonek, xwelî li serê we be! We xwîna şehîdên xwe firot

Peyamên dawî yên xortê bi navê Muhammed Tariqê ku lim dijî siyonîstan çalakî li dar xist û siyonîstekî kuşt û 2 siyonîstan jî birîndar kir û dû re ji teref siyonîstên terorîst ve hat şehîdkirin derketin holê. Peyamên dawî yên şehîd însanan dilzîz kir

Peyamên dawî yên Şehîd Muhammed Tariq wisa ye:

Ez silavan dişînim ji berxwedana li Xazzê û Qudsê, divê berxwedan neraweste û bêdeng nemîne.

Ez helwesta wan kesên ku li dijî  cinayetan bêdeng dimînin, serê xwe bi bûyeran naşînin û nexasim ew kesên ku çekdar in û li dijî siyonîstan tiştinan nakin  û ji dêla ku berê tifingên xwe bidin dijmin didin însanên xwe û tevlîhevîyê derînin şermezar dikim.

Ey ew ên tirsonek, xwelî li serê we be! We xwîna şehîdên xwe firot. Qey hûn fedî nakin? Xelkê wê yê li Xazzê û Qudsê li ber xwe dide, we çi kir? Hûn hewl didin ev berxwedan bê bêdengkirin.

Divê li dijî îşxalê şoreşeke mezin bê destpêkirin.Jiyaneke azad, rûmet û bi izzet û sekinadina hovîtî û zilma îşxalkeran bi berxwedanê mimkûn e. Baş e, gelo me wextê vê şoreşê nehat?

Ji ber qisûrên ku min di warê Quds û Mescîda Eqsayê kiriye ji Xweda efûyê teleb dikim, bila xort rêya me bidomînin û bo doza xwe ya adil wezîfeyên xwe bi cî bînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e