Şehîd Yasîn û hevalên wî hatin bîranîn

Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDP/PKKyî ve hatin şehîdkirin, di salvegera qetlîamê de li ber serê qebrên xwe ha tin bîranîn.

Ji ber minasebera salvegera şehadeta Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmehê de ji teref HDP/PKKyîyên hov ve bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve bernameyek hat tertîpkirin. Nas û malbat û hezkirîyên şehîdan beşdarî bernameya ku li Goristana Yenîkoyê hat tertîpkirin bûn.

Di destpêka bernamê de Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk  axavtinek kir û diyar kir divê bûyerên 6-8ê Cotmehê neyên jibîrkirin û her tim di bîran bimînin.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir di 6-8ê Cotmehê de bi şikleke wehşîyane êrîşî endamên camîayên Îslamî, sazîyên wan, kursên Qur’anê û camîyan hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê Xweda temamê planên wan tarûmar kir.Xweda ew bi xwîna şehîdan rezîl û ruswa kir. Ew kesên ku bûn sebeba bûyerên 6-8ê Cotmehê, ew PKKyê ku bi şikleke wehşî xortên me şehîd kir û ew kesên ku xelkê vexwande kolanan dê heta roja qiyametê bi lenetê bên bîranîn û dê rezîl û ruswa bibin. Hemd ji Xweda re ku em bawer dikin xwîna şehîdan mibarek e.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir