Şehîdên 6-7ê Cotmehê li ser qebrên xwe hatin bîranîn

Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku ji teref HDP/PKKyîyan ve hatin şehîdkirin li ser qebrên xwe hatin bîranîn.

Berî vê 5 salan dema ku dîrok 6-7ê Cotmehê nîşan dida Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî dema ku goştê qurbanan belav dikirin ji teref HDP/PKKyîyên hov ve hatin şehîdkirin. Malbat û nas û hezkirîyên Şehîd Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Rîyad Guneş  li ser qebrên şehîdan ew yad kirin.

Li ber serê şehîdan Yasîn hat xwendin û ji bo wan dia hat kirin. Malbatên şehîdan ên ku îdeke din bêyî zarokên xwe derbas dikin ji teref kesên ku hatibûn li ser qebran ve hatin tesellîkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Alîkarê Serokê Giştî Huseyîn Yilmaz, Serokê Bajêra Diyarbekirê Osman Aktaş û gelek zêde welatî hatin li ser qebrên şehîdan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin