Şehîdên Helepçê di salvegera 31emîn a qetlîamê de hat bîranîn

Di salvegera 31emîn a Qetlîama Helepçê ya ku ji teref Saddamê zalim ve hat kirin de li Helepçê bernameya bîranînê hat tertîpkirin. Di bernamê de hat lidarxistin de hat diyarkirin qetlîam bi piştgirîya ku ji derve hat girtin hat kirin.

Berî vê 31 salan, dîktatorê Iraqê Sedam Husên, xazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bi ser bajarê Helebçe û bajarokên derdora wê de barandibû. Bi carekê de zêdetirî 5 hezar Kurd hatibûn şehîdkirin, dora 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Ji ber minasebeta salvegera qetlîama Helepçe, li Helepçê bernameyeke bîranînê hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtinên rayedarên ku beşdarî bernamê bûbûn berdewam kir. Di axavtinên ku hatin kirin de bal hatin kişandin li ser êş û jana ku hêj ji ber qetlîamê berdewam dike.

Di bernamê de bi dorê Walîyê Helepçê Azad Tewfîq, Alîkarê Serokê Meclîsa Iraqê Beşîr Haddad, Alîkarê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û Aras Abidê berdekê şehîdên Helepçê axavtin kir û şehîdên qetlîama Helepçê bi bîr anîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cens, Alîkarê Serokê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA PARê Îsa Aydin, Endamê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA PARê Abdussemed Yalçin û partîyî jî beşdarî bernameya bîranîna şehîdên Helepçê bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin