Selahaddin Ürük di Salvegera 25an a Şehadeta Xwe de li Ser Qebra Wî Hat Bîranîn

Selahaddin Ürük ê ku di 5ê Îlona 2001an de li navçeya Pozantıya Adanayê di encama bişokkirina malê de hatibû şehîdkirin, di salvegera 25an a şehadeta xwe de li navçeya Şemrexê (Mazıdağı) ya Mêrdînê li ser gora xwe bi bernameyekê hat bîranîn.

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, ji bo salvegera 25an a şehadeta Selahaddin Ürük bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Bernameya ku bi beşdarbûna eqreba, hezkirî û hevalên wî yên dozê hat kirin, bi xwendina Quranê dest pê kir.

Molla Sîraç Şanli di bernameyê de axivî û derbarê jiyana Ürük, mîrasa wî yê manewî ku li pey xwe hiştiye û berpirsiyariyên kesên ku li ser rêya wî diçin de nirxandin kirin.

Şanli di beşekî axaftina xwe de van îfadeyan bi kar anî: “Şehîdê me, li ser rêya enbiya û pêxamberan hat şehîdkirin. Şehîdê me, şehîdê rêya 124 hezar pêxamberên Xwedê ye. Şehîdê me; şehîdê têkoşîna Îslamê ya li dijî kufrê, yê heqê li dijî batilê û yê edaletê ya li dijî zilmê ye. Şehîdê me li ser rêya Hebib, Hûd, Salih, Şuayb, Yahya, Yusuf û Yakub e... Me dîsa ew mîras dewr girt. Em dîsa bûn tevlî wê karwanê.”

Şanli di domahiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku di rabirdûyê de hatine dijîn û tengasiyên ku kesên li gorî baweriya xwe têkoşînê dikin pê re rû bi rû dimînin û got: "Rêyeke ku êş û cefaya zîndanê û li dijî daxwazên nefsê sekinîn tê de tune be, ne rêya bihiştê ye."

"Wateya rastîn a ziyaretkirina gora şehîdan ev e"

Şanlı di axaftina xwe de bal kişand ser wateya ziyaretkirina goran jî û diyar kir ku ziyaret tenê ji sekinîna li ser gorê pêk nahê û wiha got: “Gelî birayan! Em çûn û li ser gora wî ezîzî, li ser gora serdarê şehîdan Şehîd Selahaddin rawestiyan. Baş e lê ji bo çi? Wateya ziyaretkirina gora şehîdan ev e: Girêdana bi doza wan. Çawa ku wan temen û jiyana xwe da; dema em diçin ser gora wan eger em jî mîna wan amade nebin, dema em vedigerin malê eger em temenê xwe nedin doza wan, ziyaretkirina me ya gora wan vala ye! Wateya rastîn a ziyaretkirina gora şehîdan ev e.”

Şanlı di domahiya axaftina xwe de anî ziman ku divê Quran di jiyana kesokî û civakî de hîn bêtir cîh bigire û van îfadeyan bi kar anî: “Bila Quran û jiyana Quranê ji nû ve vegere nav jiyana me; mîna Asr-ı Saadetê, mîna dema Pêxamber em bi Quranê re bijîn. Divê em vê mîrasê biparêzin. Ev mîras, kevirê bingehîn ê doza Xwedê ye. Bi salan di doza Xwedê de têkoşîn kirin, soza dilsoziyê dan Xwedê. Divê em lale û gulên Muhemmedî, nifşekî Muhemmedî xwedî bikin û bigihîjînin. Xwedîderketina li rêya şehîdan divê bi vê awayî be.”

Şanlı bal kişand ser êş û cefayên malbat û nêzîkên kesên ku di bûyerên borî de jiyana xwe ji dest dane jî û wiha ragihand: “Kesên ku li pey zarok, ewlad û ezîzên xwe gerîyan, mîrasa vê dozê teslîmî me kirin. Em çawa dikarin heqê wan bidin? Tenê dema ku em zexm bi doza wan re biqefêlin em dikarin heqê wan bidin.”

“Şehîdan mîraseke manewî hiştin”

Bahattin Temel ê ku di bernameya bîranînê de axivî û yek ji hevalên dozê yên Selahaddin Ürük e, diyar kir ku kesên di rabirdûyê de jiyana xwe ji dest dane ji hebûnên madî bêtir mîraseke manewî li pey xwe hiştine.

Temel bal kişand ser girîngiya sebr û fedaikariyê û anî ziman ku şehîdan wekî mîras ji maddiyatê wêdetir, her tim mîrasên tije manewiyat hiştine.

Temel destnîşan kir ku divê misilmanên ku li ser rêya wan diçin jî mîna wan bin, sebrê nîşan bidin û mîna wan fedaikar bin.

Temel di domahiya axaftina xwe de anî ziman ku tengasî û îmtîhanên ku di rabirdûyê de hatine dijîn dibe ku berdewam bikin û diyar kir ku divê mirov bi sebr û fedaikar bin.

Bernameya bîranînê piştî duayên ku hatin kirin û ziyareta gorê bi dawî bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesele ra aîle miyan de yew zî bêexlaqiyaya İslami ya
Mêrekî Dozê: Selahaddin Ürük
Sedemên tiryakbûna maddeyan şîrove kir û çareseriyan pêşniyar kir
Ji bo çareserkirina nakokiyên li herêmê, pêdivîya me bi komîteyek ji mirovên aqilmend heye
Em ji Komxebata Meclîsa Şêwirmendîya Eşîran nexşerêyek karîger hêvî dikin