Li gor xeberan hat gotin ku li hêla Colemêrg û Şemzînan, germahiya şer dewam dike. Hat diyar kirin ku 30 kîlometre dûrî Şemzînan, di heyama derbasbûna konvoya eskeriyê de, mayin teqiya. Piştî teqînê dengê sîlehan bilind bû. Herêma Yîğîtlerê, bi helîkopterên qobrayê tê bombebarandin. Ji ber rîya Rûbarok û Şemzînan, ji ber operasyonan hatiye girtin, riya Sîrûnîs-Bêmtûr-Mezrê tê bikaranîn. Li gundê Harûna danê fitarê, ji teref mensûbên PKKê ve, bi çekên otomatîk û hawanê, êrîş li qereqolê hat kirin. Eskerek nobetdar birîndar bû.
Mensûbên PKKê nêzî gundê Yeşîlovayê ciwanek revandin. Di riya Dêrsim û Ovacikê de, muteahîtê Çabakçûrî Adem Ekelek jî, ji teref PKKê ve hat revandin. Hat gotin ku muteahît xwedyê şîrketa Metkayê ye û li herêmê îhala çêkirina qereqolên eskerî girtiye.Li ser hadîseyê operasyon dest pê kir.
Li navçeya Bêşebabê li gundê Mezrayê, di navbera esker û PKKê de şer derket. Hat îddîa kirin, mensûbekî PKK ku dixwest mayinê di rê de bicîh bike hatiye kuştin.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)