Heyetek ji hereketa Mustezefan, ji bo serdana sersaxiya bavê Mamoste ‘Elî Bapîr, çûn herêma Kurdistanê. Bi hinek mensûbên Komela Îslamiya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Piştî ziyareta sê rojan, vegeriyan Diyarbekir.
Hat diyar kirin ku heyetek ji hereketa Mustezefan, di nav wan de parêzer M. Huseyîn Yilmaz jî heye, çûn herêma Kurdistanê. Sersaxiya Mam Bapîr Wetmanê bavê serekê Komela Îslamî kirin.Ji rehmetî Mam Bapîr Wetman re, rehm û razîbûna Xwedê xwestin. Huzn û ğema xwe diyarî kirin.
Piştî teziyê bi hinek mensûbên Komela Îslamê re, hevdîtin pêk anîn. Her wiha bi Îrfan ‘Elî Ebdûlezîz û Ebdûllah Hesen Vertî re, li ser rewşa paşî xeber dan. Heyeta Mustezefan piştî ziyareta sê rojan vegeriyan Diyarbekir.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)