Serdozgerê Kirikkale ji ber daxuyanîya Çakici ji wezîfê hat girtin

Ji ber daxuyanîya Alaaddîn Çakici ya ku di çapemenîyê de cî girt, Erdogan Bayrakdarê Serdozgerê Komarê yê Kirikkale ji wezîfê hat girtin.

Hat ragihandin ji ber daxuyanîya Alaaddîn Çakici ya ku di çapemenîyê de cî girt, Erdogan Bayrakdarê Serdozgerê Komarê yê Kirikkale ji wezîfê hat girtin û bo Serdozgerîya Komarê ya Enqerê hat tayînkirin.

Berî vê çendakî di çapemenîyê de daxuyanîyeke Alaaddîn Çakiciyê ku li Kirikkalê di girtîgehê de bû derket. Ji ber vê daxuyanîya wî derbarê mijarê de ji teref Daîreya Yekemîn a HSKyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêpirsînê de Erdogan Bayrakdarê Serdozgerê Komarê yê Kirikkale ji wezîfê hat girtin û bo Serdozgerîya Komarê ya Enqerê hat tayînkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir