Şewitandina Qur-ana Pîroz a li navendeke leşkerî ya artêşa Amerîka ya li Avganîstanê bertekên mezin bi xwe re anî. Serokê Amerîka Barack Obama di nameyeke ji bo Serokê Avganîstanê Hamîd Karzayî dilgiraniya xwe ya derbarê bûyerê de anî ziman û soz da ku wan kesan ceza bike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di wê derbarê de daxuyaniyek belav kir û dibêje, em di wê baweriyê de ne ku ew kar ‘bandorekî xirab li peywendiyên bi hev re jiyankirina navbera pêkhateyên olî yên li ser asta cîhanê dirûst bike.’
Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bilî şermezarkirina wî karî, daxwaz kir ku berpirsên navenda leşkerî ya Bagram lêpirsînê ligel kesên ku ew kar kirine encam bidin. Herwiha rê nedin ku ev karê bê berpirsyarî bibe egera têkdana rewşa asayîşê ya li cîhana Îslametiyê.” (Rûdaw)