Serokê Giştî yê HUDA PARê dengê xwe da

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo hilbijartinên herêmî çû li ser sindoqê û dengê xwe da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji bo hilbijartinên herêmî çû li ser sindoqê û di seat 11.30î de dengê xwe da. Saglam piştî dengdayînê destnîşan kir bila ev hilbijartin bibin wesîleya xêran.

Saglam digel heyeta pê re dengê xwe li Lîseya Anadolî ya Ehmedê Xanî di sindoqa bi nimreya 2166an da. Saglam li cihê dengdayînê silav da wezîfedar û muşahidên sindoqê û qewetbûn ji wan re got ‘qewet ji we re.’

Saglam di berdewama daxuyanîya ku piştî dengdayînê da de wiha diyar kir “ Ez hêvî dikim ev hilbijartin ji bo memleket, welat û herêma me bibe wesîleya xêran.  Înşallah ew ê ev dorhêla aram heta dawîyê berdewam bike û em pêvajoyeke bi aram a hilbijartinê li pey xwe bihêlin. Ez ji bo temamê partîyên ku dikevin hilbijartinê serkeftinê dixwazim. Ez dixwazim ku hilbijêr bên li ser sindoqan û ji bo birêveberîya bajarên ku ew lê dijîn dengê xwe bidin.”

Li Tirkîyê îro dê 56 milyon û 911 hezar û 967 hilbijêr ji bo hilbijartinên herêmî biçin li ser sindoqan.

Li bajarên bi navê  Semsûr, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzîncan, Erzurum, Entabê, Gîresûn, Gumuşxane, Hekkarî, Qers, Malatya, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sîwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Ardahan, Idîr û Kîlîsê di seata 07.00an de muameleya dengdayînê dest pê kir û dê di seat 16.00an de bi dawî bibe. Li bajarên din jî dendayîn di seat 09.00an de dest pê kir û ew ê di seat 17.00an de bi dawî bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e