Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê qetlîama di camîyê de daxuyanî da

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê qetlîama ku li Zelandaya Nû hat kirin û tê de 49 Misliman hatin şehîdkirin de daxuyanî da.

Li ChristChurcha Zelandaya Nû êrîşa çekdarî li du camîyan hat kirin. Di êrîşa terorê ya ku di wextê nimêja înê hat kirin de 49 Misliman hatin şehîdkirin û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê êrîşa terorê ya ku li Zelandaya Nû di camîyê de hat kirin de daxuyanî da.

Saglam di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de diyar kir “Ez ji Xwedê ji wan birayên xwe yên ku li Zelandaya Nû di êrîşa ku li camîyê hat kirin de şehîd bûn re rehmet û ji bo yên birîndar jî şifayê teleb dikim. Di temamê dîrokê kesên ku ji Îslam û Mislimanan re dijminantî kirine tu carî fêde nedîne û ew ê îro jî nebînin. Zihniyeta Xerbê pêwîst e di serî de di perwerdehî û çapemenîyê de dev ji dijmintîya Îslamê berde; heke na ew ê agir bi her derê bikeve.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin