Serokê Giştî yê HUDA PARê: Di pergala darazê de tu guhertin tune ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshaq Saglam ji Daniştaya ku qerara “Sonda Xwendekaran” betal kir re bertek nîşan da û diyar kir “Ev qerara Daniştayê nîşan dide ku di pergala darazê de tu guhertin tune ye.”

Turk Egîtîm-Sen ji bo  ew Sonda Xwendekaran a ku di 8ê Cotmeha sala 2013an de hatibû rakirin dîsa bikeve merîyetê doz li Daniştayê vekir. Di encama doza ku hat vekirin de Daniştay li hev civîya û wê kirarîya ku “Sonda Xwendekaran” pê hatiye rakirin li dijî hiqûqê dît û betal kir.

Ji ber vê qerara betalkirinê ji teref Îshaq Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derbarê mijarê de nirxandinek hat kirin. Saglam di daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê pergaleke ku îdeolojîyê li ser xelkê ferz neke bê anîn.

“Ew qerara Daniştay ne hincet e ku ew sepana nîjadperest bê anîn”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir Daniştay bi qerara ku standiye xwe xistiye şûna meqama îcrayê û gotinek nîjadperest li ser xelkê ferz dike. Saglam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê AK Partî bala xwe bide hinceta Daniştayê ya  betalkirina hukmê û divê demildest qerara xwe ya ‘Sonda Xwendekaran’ têxe bin temînata qanûnê. Di vî warî de çareserîya teqez amadekirina makeqanûneke xwemalî û millî ya ku li gor bawerî, çand û orfa me be ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir