Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo Şehîd Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji bo Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê yê ku li salona mehkemê şehîd bû peyama tazîyê weşand.

Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê ku doh di dema salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber şehadeta Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand.

Saglam di peyama xwe de derbarê şehadeta Mursî de wisa got: “Înna lîllah we înna îleyhî racîun. Xebera şehadeta Muhammed Mursîyê Serokomarê meşrû yê Misira gihaşt min. Ez ji Xweda ji bo Muhammed Mursîyê ku di oxira heq û heqîqetê de bi salana di zindanan de ma û gelek êş û elem kişand û di dawîya emrê xwe de gihaşt şehadetê rehmet û ji bo malbata wî jî sebir niyaz dikim. Ey Muhammed Mursî!  Xweda sebrê û zaferê ji wan kesên ku di rêya te de dimeşin re îhsan bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin