Serokê Giştî yê HUDA PARê Yavuz dengê xwe da

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARêbo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê dengê xwe li Stenbolê da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li Stenbolê bo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê dengê xwe da û diyar kir bila encamên hilbijartinan bibin wesîleya xêran.

Yavuzê ku dengê xwe derdora seat 11.00an de li Mekteba Destpêkê ya Fevzî Kutlu Kalkanci ya li Taxa Îsmetpaşaya Sultangazîya Stenbolê da derbarê hilbijartinan de nirxandinan kir û diyar kir “ Min dengê xwe li ser sindoqa bi reqema 2205an bo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê dengê xwe da. Xweda bike wesîleya xêran. Em hêvî dikin ku encamên hilbijartinan bo welat, memleket û alema Îslamê xêr û bereketê bîne. Em cardin di bîran dixin ku divê netîceyên hilbijartinan  ji teref temamê partîyan û ji teref milletê me ve bi kemilîbûna siyasî bên qebûlkirin.”

Yavuz piştî nirxandina digel heyeta pê re ji mektebê veqetîya.

ÎLKHA














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû