Serokê YSKyê: Îmamoglu niha li pêş e

Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven destnîşan kir li Stenbolê niha Ekrem Îmamoglu li pêş e.

Ji teref Sadî Guvenê Serokê Lijneya Hilbijartina Bilin ve derbarê rewşa dawî ya li Stenbolê de daxuyanîyek hat dayîn.

Guven di daxuyanîya ku da de destnîşan kir niha li Stenbolê Îmamoglu li pêş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber îtîrazên ku hatin kirin niha dengên di 84 sindoqan de li pergalê nehatine zêdekirin. A niha ji sedî 80 sindoqan li pergalê hatine zêdekirin. Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650 deng standiye û Bînalî Yildirim jî 4 milyon û 131 hezar û 761 deng standiye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir