Serokomar Erdogan ji bo tazîyê li HUDA PARê gerîya

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber minasebeta wefata Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Serokê Giştî Îshak Saglam gerîya û serxweşî lê kir.

Hat ragihandin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber minasebeta wefata Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demeke ji ber êşa qanserê li nexweşxanê dihat dermankirin û doj çû rehma Xwedê li Serokê Giştî Îshak Saglam gerîya û serxweşî lê kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de Erdogan xemgînîyên xwe yên ji ber wefata merhûm anî zimên û ji bi wî rahmet û ji bo malbata wî jî ji Xwedê sebir nîyaz kir.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî ji ber telefona tazîyê ji Erdogan re teşekur kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn