Serokomar Erdogan: Quds paytextê Filistînê ye

Serokomar Erdogan, derbarê neqilkirina Sefareta Emerîka ya Qudsê de îfade kir ku, “Quds, paytextê Filistînê ye. Em wekî alema Îslamê vê wisa dizanin."

Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Îngîltere, digel xwendekarên endamên Weqfa TURKENê civiya û xîtabî xwendekaran kir û wiha got: “Qaşo Qudsê bibe paytextê îsraîl û di serî de Eemrîkayê Qudsê wek paytextê îsraîl nas bike. Gelo hûn nas bike wê çi biguhere. 128 dewletan bi eşkere tewra xwe eşkere kir. Quds paytextê Fîlîstînê ye.”

Serokomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Amerîkayê bi vê gava xwe ya ku ne li gorî şîarên miroveyetî, heq, edalet û heqaniyetê ye, hemî biryarên Neteweyên Yekbûyî, hetta muktesebata xwe jî îxlal kir. Herwiha zirar da pêbaweriya xwe ya di warê civaka Nêvneteweyî de û rola xwe ya navbênkariya çareseriya îxtilafê jî winda kir. Emerîka bi veguhestina Sefareta xwe bal bi Qudsê Filistînîyên aştîxwaz ciza kir. Di serî de Emerîka dê Qudsê wek paytextê îsraîl nasbike. Hûn nas bikin dê çi biguhere nas nekin dê çi bibe. Neteweyên Yekbûyî dengdayîna xwe da. Quds, bi taybet Qudsa Rojhilat, paytextê Filistînê ye. Em wekî alema îslamê vê wisa dizanin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir