Neçîrvan Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê piştî civîna wezîran a ku li Hewlêrê hat lidarxistin re civîneke çapemenîyê li dar xist. Barzanî di daxuyanîya ku da de derbarê hewadisên ku li Şêladizê pêk hatin û derbarê mirinên ku di bûyeran de çêbûn de destnîşan kir “Sedema mirina kesên sîwîl hebûna PKKê ye.”
Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de ji malbatên kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxîyên xwe anî zimên û axavtina xwe ya derbarê mijarê de wiha domand: “ Siyaseta me ya Herêma Kurdistanê ev e; em qebûl nakin ku ji ser axên me ewlehîya sînorê ya cîranên me bixin tehlûkê. Mixabin di encama bombebarana ku ji teref balafirên şer ên Tirkan ve hatin kirin de çend welatîyên me şehîd bûn. Ev yek dema ku ew herêmên ku PKK lê ne hat bombebarankirin pêk hat û kesên sîwîl jiyana xwe ji dest dan. Yanî hebûna PKKê ya li herêmê sedema mirina van kesên sîwîl e."
ÎLKHA