Serwîsa karkeran qulibî: 17 birîndar

Li Entabê serwîsa ku karkerên Sûrîyeyî veduguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 17 karker birîndar bûn.

Hat ragihandin li Nizîpa Entabê serwîsa ku karkerên Sûrîyeyî veduguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 17 karker birîndar bûn.

Qeza li ser 8emîn kîlometreya Rêbeja Entab-Nizîbê  li nêzî taxa Arilê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 27 JB 900 a ku navê ajokarê wê nediyar e ji kontrolê derket û qulibî. Di encama qezayê de ajokar jî di nav de tev de 17 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn