Şewata daristanan li Entalyayê: Xanî şewitîn, tax hatin valakirin

Di şewatên daristanan ên li navçeyên Aksu û Serik ên Entalyayê de, hinek xanî bêkêr bûn û gelek kes ji taxên ku ji ber agir di bin tehdîdê de bûn hatin tehliyekirin. Şewat ji hewa û bejahî ve tê vemirandin.

Şewatên daristanên li Entalyayê, ku ji ber bayê zêde dibin, deverên niştecihbûnê tehdîd dikir û hinek xanî li navçeyên Aksu û Serikê bûne wek xwelîyê.

Li navçeya Serikê, di saetên şevê de li deverên Yemîşlîtahta, Haciveliler û Çiftlik ên taxa Sariabaliyê agir bi hevdemî derket. Ji ber bayê xurt, agir bi lez belav bû û gihîşt deverên niştecihbûnê.

Pênc xanî, ku yek ji wan vala bû, di şewatê de bêkêr bûn. Gelek serayên plastîk û erdên çandiniyê jî zirar dîtin. Niştecihên ku li deverên xeternak dijîn hatin valakirin.

Sê kes, ku hemû jî seqet in, di kêliya dawî de ji aliyê xizmên xwe ve ji yek ji malên ku ji agir tesîrdar bûne hatin derxistin. Sê kesên ku ji dûmanê tesîrdar bûne, ji teref ekîbên tenduristî ve hatin dermankirin û bi ambulansê ji nexweşxaneyê re hatin birin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Batman'ê Beşiri de 'Heyat Namazirawewe' fînalê xo ameyo kerdene
Qeza ku diya ji Çinarê û 2 zarokên wê birîndar bûn li ser kamerayê ye
Ji bo 450 malbatên hewcedar alîkarîya qirtasîyeyê kir
Li Dîyarbekirê tevgera çêkirina şûşeyan dest pê kir
13 xwendekar birîndar bûn