Siûd leşkeran dişîne Hudeydeyê

Hat diyarkirin piştî rojekê ji ser banga Amerîka ya agirbestê, Siûd leşkeran dişîne Hudeydeya Yemenê.

Amerîka bo pevçûnên li Yemenê bên dawîkirin banga agirbestê li terefan kiribûn ku ji ser vê bangê rojek derbas bû ku Siûd leşkeran şand Hudeydeya Yemenê .

Li gor agahîyên ku ji teref çavkanîyên leşkerî yên mehelî ve hatine belavkirin nêzî 30 hezar leşker hatin şandin başûrê Hudeydeyê. Her wisa hat diyarkirin ji bilî leşkeran teqwîyeya tanq û wesayîtên bi zirx jî li herêmê tê kirin ku ev yek temam bo operasyoneke mezin tên kirin.

Birêveberîya Amerîka roja pêncşemê di daxuyanîya ku belav kiribû de bo agirbest bê îlankirin û dest bi hevdîtinên aştîyê bê kirin 30 roj wext dabû terefan.

Piştî banga Amerîkayê, Martîn Grîffîthsê Temsîlkarê Taybet ê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kiribû “ Em qerardar in ku li Yemenê di naveyna mehekê de hevdîtinên agirbestê bidin destpêkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir