Siûd li Yemenê cardin qetlîam kir: 14 zarok û 9 pîrek tevde 40 kes hatin qetilkirin

Balafirên hezên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşvantî dike li Hacceya 40 kesên ku di nav de zarok û pîrek jî hebûn qetil kirin.

Hat ragihandin balafirên hezên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşvantî dike li Hacceya 40 kesên ku di nav de zarok û pîrek jî hebûn şehîd kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hêzên koalîsyonê doh êrîş birin li ser wargehên sîwîl. Di encama bombebarana ku li Hacceya Yemenê hat kirin pîrek û zarok jî di nav de 40 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin di nav kesên ku hatin qetilkirin de herî 14 zarok û 9 pîrek jî hene.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew ambûlansên xwe ji bo birîndaran şandine herêmê; lê belê ambûlansên wan bi xwe jî hatine hedefgirtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê