Hat ragihandin hêzên koalîsyonê yên ku Sîûd jê re pêşîvantîyê dike li Hudeudeya Yemenê ya ku di bin kontrola Hûsîyan de ye bomberan kirin. Li bajêra ku bajêra benderê ye û xwedî ehemîyeteke girîng e di navbera terefan de pevçûnên dijwar pêk tên.
Amerîka derbarê bûyeran de piştgirî da Siûd
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mîke Pompeo îddîa kir, Siûdf û Mîrnişînên Yekgirtîyên Ereban hewl didin li xelkê Yemenê zêdetir zirarê nebînin. Pompeo di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê Amerîka destaka xwe ya bo Siûdîyên ku ji koalîsyonê re pêşîvantîyê dike re berdewam bike.
Li Yemenê ev bû zêdetirî 3 salan ku şer û pevçûn û êrîşên hêzên koalîsonê ya ku Siûd pêşîvantîyê dike berdewam dikin ku di van her 3 salan de zêdetirî 10 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û ji ber tunebûna ava paqij, amûrên dermankirinê li welêt şob û nexweşî rû didin.
ÎLKHA