Siyonîst êrîşî Filistînîyên bêçek dikin

Komîserê Bilind ê Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir “Di encama bikaranîna berikên rastde zêdetirî 40Filistînî mirin. Îsraîl êrîşî Filistînîyên bêçek dike.”

Zeyd Raad el-Huseyînê Komîserê Bilind ê Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir di encama bikaranîna berikên rast  de zêdetirî 40  Filistînî şehîd bûne û zêdetirî 5 hezar û 500 Filistînî jî birîndar bûn.

Huseyîn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em şahid dibin ku her heftî li hember xwepêşandarên bêçek  hêza kuştinê tê bikaranîn. Tê dîtin ku guh nayê dayîn ji hişyarîyê ku ji teref Neteweyên Yekbûyî û terefên din ve tên kirin. Ji ber ku îsraîl hêzên xwe yên ku mafan bin pê dikin dernaxe li hember darazê ev yek  cesaretê dide ku li hember însanên bêçek hêza kuştinê bê bikaranîn.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû