Siyonîstan buroya AAyê ya li Xezzê bombebaran kirin

Îşxalerên siyonîst û terorîst buroya AAyê ya li Xezzê bombebaran kirin.

Hat ragihandin îşxalerên siyonîst û terorîst buroya AAyê ya li Xezzeya ku di bin dorpêçê de bombebaran kirin.

Nûçegihanê AAyê yê li Xezzê destnîşan kir pêşî guleyên hişyarîyê li avahîyê hatiye reşandin ku ew ji ber vê yekê ji avahîyê derketine û hema piştî derketina wan avahî hat bombebarankirin.

Derbarê êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de ji teref Serokomartîya Tirkîyê û Hikûmeta Filistînê daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokê Pêwendîyê yê Serokomartîyê Fahrettîn Altun ve hat belavkirin de hat diyarkirin ew êrîşa ku li buroya AAyê hatiye kirin bi şiklê herî tund şermezar dikin û ew bang li welatên Rojavayî dikin da ku siyonîstan şermezar bikin.

Hikûmeta Filistînê jî derbarê mijarê de destnîşan kir “Hedefgirtina AAyê teşebûsa dûrkirina şahidan e ku îsraîl bi vê yekê amadehîyên qetlîama ku dê li Xezzê bê kirin dike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê