Siyonîstan êrîşî 80 cih û wargehên li Xazzê kirin

Siyonîstên terorîst ji doh êvarîheta niha êrîşî 80 hedefên li Xazzê kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref çeteya terorê ya siyonîst ve hat belavkirin de hat diyarkirin bi balafirên şer û helîkopteran êrîşî 80 hedefên aîdî Hamasê hatiye kirin.

Ji teref çavkanîyên tenduristîyê yên Filistînê ve hat diyarkirin heta agahîya mirî û birîndaran ji wan re nehatiye raporkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê Eşref el-Kudra derbarê mijarê de bang li sazîyên navneteweyî kir da ku ji ber êrîşên siyonîstan sazîyên tenduristîyê û xebatkarên wan bên parastin.

Harekata Cîhada Îslamî jî derbarê mijarê de diyar kir ew ê li hember qetlkirina siwîlan a ji teref siyonîstan ve re bêdeng nemînin.

Di êrîşa ku doh li Xazzê hatibû kirin de 5 Filistînî şehîd bûbûn û 180 Filistînî jî birîndar bûbûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn