Siyonîstan êrîşî Filistînîyan kirin: 46 Filistînî birîndar bûn

Siyonîstên terorîst û îşxalker li rojhilatê Şerîda Xazzê êrîşî xwepêşandaran kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 46 Filistînî birîndar bûn.

Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker li rojhilatê Şerîda Xazzê êrîşî xwepêşandaran kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 46 Filistînî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh di bergeha çalakîyên Meşa Mezin a Vegerê de li Filistînê xwepêşan hatin lidarxistin. Siyonîstên terorîst êrîşî xwepêşandaran kirin. Di encama êrîşê de bi dehan kes birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di encama êrîşa siyonîstên îşxalker û terorîst de 46 Filistînîyên ku xwepêşan li dar dixistin birîndar bûn.

İLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn