Siyonîstan êrîşî Xezzê kirin

Îşxalkerên siyonîst ên ku doh di nava rojê de nêzî 30 caran êrîş birin li ser Xezzêêvarî cardin dest bi êrîşan kirin.

Balafirên şer ên aîdî rejîma terorê doh êvarî ji nû ve êrîşî Xezzê kirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşan de du hedefên ku aîdî Hamasê bûn hatin lêxistin. Ji bilî vê avahîya xizmetê ya ku bi ser Wezareta Karên Navxwe ve girêdayî ye hat bombekirin. Siyonîstên her wisa êrîş birin li se wargehên ku lê siwîl dijîn.

Ji ber êrîşa rejîma terorê ji teref Wezareta Tenduristîyê ve rewşa awarte hat îlankirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Tugayên El Qassam jî bersiv dan êrîşên siyonîstan, di encama avêtina topên hawanê yên ku ji teref El Qassam ve hatine avêtin de li Aşkelona ku ji teref cihûyan ve hatiye îşxalkirin 3 jê leşker tev de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Tugayên Qassamê her wisa herêmên bi navê Sderot û Nîtîfor jî bomberan kir.(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû