Sîyonîstan êrîşî Xezzeyê kir: 4 birîndar

Çeteyên sîyonîst ji hewayê ve êrîşê Xezzeyê kir. Di encama êrîşa sîyonîstan de 4 Filistînî birandar bûn.

Çeteyên Sîyonîst ji hewayê ve êrîşî beldeya Hûzaa ya ku girêdayê bi bajarê Xan Yûnûsê yê ku li ser sînorê Xezzeyê ye kir. Di encama êrîşa çeteyên îşxalker de 4 Filistînî birîndar bûn.  

Filistînîyan piştşî Roja Axê ya 42yemîn a ku di 30yê Adarê de dest pê kir heta niha her tim li dijî îşxala sîyonîstan li Xezze û bajarên din çalakiyên xwepêşanê li dar dixin.  

Sîyonîst êrîşî kesên ku dixwazin vegerin axên xwe dikin. Ji ber vê yekê çeteyên siyonîst ji sala 2006an vir ve Xezze dorpêç kiriyê û êrîşî sivîlan dike.

Ji roja xwepêşanan destpêkirîye heta îro 35 Filistînî hatine şehîdkirin û gelekên wan bi guleyên rast derdora 4 hezar Filistînî jî birîndar bûnin.

Filistînî hewl didin ku heta nîvê meha Gulanê çalakiyên xwepêşanê bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir