Siyonîstên terorîst 20 kargehên Filistînîyan xera kirin

Siyonîstên terorîst li Kampa Penaberea a Şufatê 20 kargehên aîdî Filistînîyan xera kirin.

Hat ragihandin siyonîstên terorîst li Kampa Penaberea a Şufatê 20 kargehên aîdî Filistînîyan xera kirin.

Rejîma îşxalker doh serê şeveqê bi mekîneyên lar ketin kampa penaberan û 20 kargehên aîdî Filistînîyan bûn bi hinceta ku bêrûxset in xera kir.

Di dema xerakirina kargehan nîşangirên siyonîstên terorîst derketin ser banan û hinek siyonîst jî serê kûçeyan girtin da ku Filistînî xwepêşan li dar nexin.

Navenda Parastina Mafên Însanan derbarê êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin  “ Quds parçeyeke wan axên Filistîna ku hatiye îşxalkirin e û li wê derê jî mafên însanan tê tetbîqkirin. Ji ber ku camîaya navneteweyî li hember wan tiştên ku ji teref îşxalkeran ve tên kirin re dengê xwe nakin, îşxalker mafên însanan zêdetir îhlal dikin û ev yek jî teşwîq dike ku meşrûîyeta camîaya navneteweyî bê danîn alîyekê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû