Siyonîstên terorîst dîsa êrîşî Xazzê kirin

Çeteyên siyonîst û terorîst doh êvarî bi balafirên şer êrîşî baregaha Tugayên Îzzedîn el-Qassam kirin.

Hat ragihandin çeteyên siyonîst û terorîst doh êvarî bi balafirên şer êrîşî baregaha Tugayên Îzzedîn el-Qassam kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşa ku hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat.

Berî vê 3rojan di wextên şeveqê de ji Xeta Xazzê roket hatibû avêtin û roket îsabetî avahîyeke li Tel Avîvê kiribûn ku di encama vê bûyerê de 7 siyonîst birîndar bûbûn. Çeteya terorê ji vê bûyerê Hamasê bertewan kiribû; lê Hamasê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribûn tu eleqeya wan bi meselê re tune ye.

Piştî vê bûyera ku pêk hat re siyonîstên terorîst 50 êrîş birin li ser Xazzê û di encama êrîşan de 10 Filistînî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn