Siyonîstên terorîst malên Filistînîyan xera dikin

​Hêzên îşxalker ên siyonîstên terorîst li Şerîaya Rojava bi hinceta nebûna rûxsatê5 malên din ên Filistînîyan xera kirin.

Hat ragihandin hêzên îşxalker ên siyonîstên terorîst li bajaroka Yattaya girêdayê bajêra El-Xelîla Filistînê û li gundê Beytullahîma Şerîaya Rojava bi hinceta nebûna rûxsatê  5 malên din ên Filistînîyan xera kirin.

Berîya xerakirina malan di navbera Filistînî û siyonîstên terorîst de pevçûn derket. Çeteya terorê bi guleyên plastîk û bi bombeyên rondikrêj êrîş birin li ser Filistînîyan. Di encama êrîşê de gelek Filistînî birîndar bûn.

Di van du salên dawî de siyonîstên terorîst gelek malên Filistînîyan xera kirin û ji xwe re bi hezaran mal înşa kirin.

Ji ber  qerara Serokê Amerîka Donald Trump a veguhastina balyozxanê ji Telavîvê bo Qudsê îdareya çeteya terorê wêrektir tev digere.

Li gor xebera WAFAyê siyonîstên terorîst li Sîlvana taxa Qudsa Rojhilat di ser malekê de girtin û lawê wezîrê Qudsî jî di nav de tevde 5 Filistînîyan desteserkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e