Soylu: Li Stenbolê zêdetirî 6 hezar penaberên qeçax hatin qefaltin

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Li Stenbolê zêdetirî 6 hezar penaberên qeçax hatin qefaltin.”

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê beşdarî bernameya qenaleke taybet a televîzyonê bû. Soylu di  bernameya ku hat tertîpkirin de derbarê penaberên qeçax ên ku li Tirkîyê dijîn de nirxandinan kir.

Soylu di nirxandina ku kir  de destnîşan kir penaberên ku qeyda wan tune û qeçax in de destnîşan kir: “Em ji 12ê Tîrmehê vir ve li Stenbolê operasyonan dikin. Ji wê dîrokê vir ve li Stenbolê 6 hezar û 122 penaber hatin qefaltin ku di nav de penaberên Sûrîyeyî, Efxan, Pakistanî, ozbek, Bangledeşî, Dasî, Cezayîrî hene. Penaberên Sûrîyeyî ne di nav de ên din hatin şandin navendên şandinê da ku ji welatên xwe re bên şandin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê