Soylu qebûl kir ku di nezaretxanê de tesettura pîrekan ji serê wan tê derxistin

Wezîrê Karên Derve Suleyman Soylu qebûl kir ku di nezaretxanê de tesettura pîrekan ji serê wan tê derxistin.

Di van pêlên dawî de di çapemenîyê de derket holê kur tesettura pîrekên ku tên binçavkirin bi zorê ji serê wan tê derxistin, tenê di wextên nimêjan de û dema ku bi parêzerên xwe re hevîdtinê dikin de dikarin bidin serê xwe. Derbarê vê mijarê de ji Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir  pirs hat kirin.

Soylu derbarê van xeberên ku di çapemenîyê de derketin de qebûl kir ku di nezaretxanê de tesettura pîrekan ji serê wan tê derxistin û dû re wiha got: “Em tedbîrê distînin. Dema ku pîrek an jî zilamek dikeve nezaretxanê em tiştekî li ser nahêlin. Meseleya pîrekan hinekî din hesastir e. Em pîrekan dixin nexaretxaneyeke din. Em mecbûr in ku di warê tesettura pîrekan de tiştekî bikin. Em tesettur û hîcaba wan bistînin. Em tesettura wan ji wan distînin, li wê derê tu personelê zilam tune ye û em boneyê didin wan. Ev divê bê kirin. Ger em vê yekê nekin ew ê netîceyên nebaş derkevin holê û wê demê jî pirsa vê yekê ji me bê kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê