Stenbol bi Îslam û Hz. Muhammed ezîz bûye

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Goktaşê ku li Stenbolê beşdarî bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bû destnîşan kir“Stenbol bi Îslam û Hz. Muhammed ezîz bûye.”

Li Stenbolê ji teref Koordînatorîya Marmarayê yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” hat tertîpkirin. Bernameya ku hat tertîpkirin bi beşdarbûna bi dehhezaran Stenbolîyan bi coşeke mezin hat tertîpkirin.

“Stenbol bi Îslam û Hz. Muhammed ezîz bûye”

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Goktaşê ku li Stenbolê beşdarî bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bû destnîşan kir Stenbol bi Hz. Muhammed û Îslamê ezîz bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Stenbol  bes bi berhemên xwe yên dîrokî, bi kubbeyên xwe, bi mînareyên xwe ne ezîz e.  Bes ev yek Hz. Muhammed di bîra me naxe. Stenbol bi evîndarên Pêxember ezîz e, Evîndarên Pêxember jî Hz. Muhammed tîne bîra me. Stenbol ew navend e ku lê herî zêde ulema heye. Stenbol navenda tehsîla herî baş e. Bi kurtasî Stenbol bi rastî jî ezîz e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê