Stoltenberg derbarê Tirkîyê û mûşekên S-400 de daxuyanî da

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê derbarê kirina mûşekên S-400 a ji teref Tirkîyê ve de daxuyanî da û got “Di warê leşkerîyê de xwe pêşvebirin qerara neteweyî ya welatan e.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di niştina bi navê “Di Sedsala 21emîn De Ehemîyeta NATOyê” ya ku li Weqfa Herîtageyê hat tertîpkirin de derbarê pergala mûşekên S-400 ên ku dê ji teref Tirkîyê ve bên standin de daxuyanîyek da û nirxandinan kir.

Stoltenberg di daxuyanîya ku da de destnîşan kir lihevnekirina di vî mijarê de ya di navbera Tirkîye û Amerîka de gelekî baş tê zanîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min derbarê vê mijarê de çendîn caran bi Enqere û Washingtonê re hevdtin kir. Di warê leşkerîyê de xwe pêşvebirin qerara neteweyî ya welatan e. Bo NATO tiştê muhîm xebitîna bi şikleke muşterek a pergalên ji hev cûda ne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir