Sûriye Wek Her Car e

217 Kes Reviyan Tirkiye, Li Sûriye Jî Nêzî 80 Kes Hatin Kuştin

Li gor xeberan hat diyar kirin ku yarbayek û yuzbaşiyek jî tê de 217 kes di Reyhanli re derbasî Tirkiye bûn. Ji wan bi piranî jin û zarok şandin Rihayê, esker û malbatên wan jî şandin çadirqampa Apaydinê.

Li Sûriye jî şer nasekine. Do di êrîş û operasyonên hêzên Esed de, zêdetirî 80 kes hatin kuştin. Şopandia heqên însana ya Sûriye diyar kir ku li Şam û der û dora wê, di operasyonên hêzên Esed de, bi êrîşê hewayî û hawan û topan, zêdetirî 80 kes hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûne.

Wekî tê zanîn, welatê rojava û Emrîka, dixwazin ku li Sûriye mudaxela eskerî bê kirin lê Rûsya û Îran ne terefdarê mudaxelê ne û qebûl jî nakin. Ji xwe eşkere ye ku Emrîka, li ser rewşa Sûriye, ji xelasiya milletê Sûriye zêdetir, rewş û menfîetên Îsraîl ji xwe re kirye amanc. Welatên rojava jî, menfîet û tîcareta  xwe ya sîlehan difikirin. Ji ber ku meqsedên van dewletan li hev nayê, ne hemfikirin. Yekîtiya Ereban jî, ji xelkê Sûriyê zêdetir, li cîh û textê xwe dinê re. Lewra li Yemen û Bahreynê jî zulm û te’de li millet dibe, feqet dengê yekîtiya Ereban dernakeve. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin