Tabelaya “korsan” a şaredarîya HDPyî hat rakirin

Tabelaya ku navêÎyaz bîn Xanem lê bû û ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPyî ve doh êvarî hat guhartin ji teref Walîtîyê ve ji cihê wê hat rakirin.

Di dema qayyûma ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatibû wezîfedarkirin de navê Îyaz Bîn Xanemê ku fermandarê fetha Diyarbekirê bû li kolana ku nû hatibû vekirin hatibûn dayîn. Şaredarîya HDPyî cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamê û nirxên Îslamê nîşan da û tabelaya kolana ku navê Îyaz Bîn Xanem lê hatibû dayîn guhart û navê hukumxwarê PKKyî yê bi navê Dr. Îlhan Dîken da kolanê.

Walîtîya Diyarbekirê vê qerara ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin ve hatibû dayîn red kiribû; lê belê digel vê redkirinê şaredarî doh êvarî navê kolanê guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê di wextên şeveqê de wê tabelaya nû ya ku ji teref şaredarîyê ve hatibû amadekirin ji cihê wê rakir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin