Talîban xebatên WHO û Xaçasor da sekinandin

Talîban li herêmên ku li Efxanistanê di bin kontrola wan de ne bi hinceta “hinek çalakîyên şikdar” xebatên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê û Xaçasor da sekinandin.

Hat ragihandin Talîban li herêmên ku li Efxanistanê di bin kontrola wan de ne bi hinceta “hinek çalakîyên şikdar” xebatên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê û Xaçasor da sekinandin û ewlehîya xebatkarên rêxistinên ku qala wan hat kirin jî hat rakirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Talîbanê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “ Li wan herêmên ku di bin kontrola Fermandarîya Îslamî de ne temamê xebatên van her du rêxistinan heta fermanekî din hatine rawestandin. Mucahîd dê ji muhafezekirina serokên van rêxistinan mesûl nebe.”

Talîban li Efxanistanê zêdetirî nîvê 470 herêman xistiye bin kontrola xwe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e