Fûara Gurme û Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê ku îsal cara 8emîn tê lidarxistin, ji roja Sêşemê 17ê Mijdarê ve pêşwazîkirina nûnerên sektorê û gelê Amedê didomîne.
Li gel beşdarên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê bi armanca danasîna berhemên xwe yên herêmî û avakirina bazarê tevlî fûarê bûne, hin hilberîner û nûnerên sektorê yên Amedî jî bi stantên ku vekirine berhemên Amedê yên wekî penîrê rêsî û qedayîfa rêsî didin nasîn.
"Penîr, dims, zeytûn û sosên me berhemên xwezayî ne"
Murat Ağaçdere
Murat Ağaçdere yê ku bi armanca danasîna berhemên xwe yên herêmî, di serî de penîrê rêsî ku yek ji tamên jêneger ên sifreya Amedê ye, cihê xwe di fûarê de girtiye, got: "Penîr, dims, zeytûn û sosên me berhemên xwezayî ne. Salamûraya me ya bi îsot heye. Penîrê mezin ê navdar ê Amedê em bi xwe hildiberînin. Li gel vê, berhemên me yên ku ji derve tên wekî penîrê Îranê jî hene. Sicûq û rûnê me yê nivîşkî jî di nav berhemên xwezayî de cih digirin."
Ağaçdere diyar kir ku di çarçoveya fûarê de ew hewl didin bi bihayên guncaw berheman pêşkêşî welatiyan bikin û wiha axivî: "Bihayên me ji 250 TL dest pê dikin û heta 500 TL derdikevin. Zeytûnên me 250 TL ne, sicûq û rûnê me yê nivîşkî jî 500 TL ne. Em berhemên xwe bi bihayên taybet ên ji bo fûarê digihînin welatiyan."
Ağaçdere wiha peyivî: "Fûar îsal bi qasî par ne bi liv û tevger e. Me eleqeya ku em li bendê bûn nedît. Par xweştir bû. Tevî vê yekê jî danasîna berhemên esnaf û beşdarên ku ji bajarên cuda hatine tiştekî xweş e. Em jî hewl didin berhemên xwe yên herêmî bidin nasîn. Em li benda gelê Amedê û her kesê ku dixwaze serdana fûarê bike ne."
Erdoğan Gündoğdu
Erdoğan Gündoğdu yê ku ji Gümüşhaneyê beşdarî fûarê bûye, wiha got: "Di fûarên ku em bi salan e beşdarî wan dibin li Amedê, em her tim li heman cihî tezgahê vedikin. Ez jî 7 sal in bi awayekî rêkûpêk têm Amedê. Êdî li vir xerîdarên min ên daîmî çêbûne. Xerîdarên min her sal tên û min dibînin. Ji ber ku em berhemên bi kalîte difiroşin û xerîdarên me razî ne, ew dîsa me tercîh dikin."
Gündoğdu bal kişand ser wê yekê ku ew her tim hewl dide berhemên herî baş bîne ji gelê Amedê re û da zanîn ku armanca wî ew e ku bi berhemên ku difiroşe xerîdaran şermok (mahcup) neke.
Gündoğdu anî ziman ku wî ji Gümüşhaneyê berhemên herêmî yên gelekî xweş anîne û wiha got:
"Li tezgaha me cureyên ezma findiqê ya navdar a Gümüşhaneyê, şîlanê, zîxê, ezma leblebiyan û çikolatayê hene. Her wiha komên (köme) me yên bi gûza ducarî hene. Ji vê berhema ku li hin herêman jê re orcik an jî sicûq tê gotin, em li Gümüşhaneyê jê re dibêjin kome. Li gel vê, cureyên sarmayên bi gelek findiqan, pestîlê navikê û pestîlê xernûbê jî hene. Em berhemên xwe bi gelek gûz û bi gelek findiqan amade dikin. Em bi taybetî ji bo Amedê jî berheman tînin."
Gündoğdu wiha pê de çû: "Her carê ku em beşdarî fûarê dibin, em hewl didin berhemên bi kalîte pêşkêşî gelê Amedê bikin û xwe baştir bidin nasîn. Ez berhemên fason nafiroşim, ez girîngiyê didim kalîteyê. Ez dixwazim welatiyên me di berdêla pereyên ku didin de berhema herî baş bistînin. Îsal jî em bi berhemên xwe yên bi kalîte li benda xerîdarên xwe ne."
Veysel Av
Veysel Av ê ku ji Ordûyê hatiye û gûzên xwe yên bi hingiv ên 400 salî ku ji pêşiyan mane bi gelê Amedê û hilberînerên din re digihîne hev, wiha got: "Ev berhem tameke herêmî ye ku xwedî rabirdûyeke nêzîkî 400 salî ye û ji bapîrên me maye. Bi malzemeyên bi tevahî xwezayî tê amadekirin. Di naveroka wê de dims û gûz hene. Em 7 cure dims bi kar tînin ku di nav wan de dimsa tirî, tûyê, hirmî û xernûbê hene. Li ser berhemên me dinivîse ku ji kîjan dimsê hatine çêkirin. Berhema me ji sedî 80 gûz dihewîne. Ne berhemeke fabrîkasyonê ye, bi tevahî bi keda destan tê amadekirin. Di qonaxa çêkirinê de li ser komirê mangalê bi dirêjahiya 18 saetan tê tevdan. Dims di vê pêvajoyê de têne qewamê xwe. Di berhema me de arvan, şekir û rûn tune ne."
Selahattin Elhazar
Selahattin Elhazar ê ku yek ji nûnerên sektorê ye û qedayîfa rêsî ya Amedê dide nasîn, qala taybetmendiyên berhemê kir û wiha got: "Qedayîfa rêsî ya Amedê şîraniyeke me ya herêmî ye ku nîşana erdnîgarî wergirtiye. Hûn biçin kû dera dinyayê jî, gava qedayîf tê gotin yek ji bajarên ku pêşî tên bîra mirovan Amed e. Ji ber ku hilberîna qedayîfê ji Amedê derketiye. Berhemek li kîjan herêmê derketibe holê, tama wê ya esil jî li wê derê ye. Li cihên din jî tê hilberandin lê belê ne mimkûn e ku mirov heman tamê bibîne."
Elhazar bi gotinên "Gava Amed tê gotin yek ji tamên ku pêşî tên bîra mirovan qedayîf e" axaftina xwe domand û wiha pê de çû: "Cureyên cuda yên qedayîfê hene. Lê belê derketina pêşî ya vê pîşeyê û hilberînê bi qedayîfa rêsî çêbûye. Qedayîfa çûk (çubuk kadayıf) jî yek ji wan cureyan e ku paşê derketiye holê. Berhema kevneşopî ya esil qedayîfa rêsî ya Amedê ye. Jixwe gava qedayîf tê gotin tiştê ku mirov pêşî dipirsin jî qedayîfa rêsî ya Amedê dibe."