Tankerên neftê yên li Fuceyrayê ji teref îsraîlê ve hatin lêxistin

Berpirsê Asyaya Rojava yê Komîteya Navneteweyî yê Mafên ÎnsananHeysem Ebû Seîd destnîşan kir, berpirsê wan teqînên ku di tankerên neftê yên ku bendera Fuceyrayê de pêk hatin îsraîl e.

Ji teref Berpirsê Asyaya Rojava yê Komîteya Navneteweyî yê Mafên Însanan Heysem Ebû Seîd ve derbarê tankerên neftê yên ku êrîş li wan hatin kirin de daxuyanîyek hat dayîn.

Ebû Seîd di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew herêma ku lê teqîn pêk hat û wek herêma leşkerî tê bikaranîn bi temametî di bin kontrola Amerîkayê de ye. Berpirsê wan teqînên ku di tankerên neftê yên li bendera Fuceyrayê pêk hatin îsraîl e.

Di 12ê Nîsanê de hatibû diyarkirin di bendera Fuceyrayê ya li Mîrnişînîyên Yekbûyî yên Ereban di 7-10 tankerên neftê de teqîn pêk hatiye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn