Tatbîqata leşkerî ya herî mezin a NATOyê dest pê kir

NATO, tatbîqata xwe ya leşkerî ya herî mezin a ji heyama Şerê Sar vir ve li Norveçê da destpêkirin.

Hat ragihandin, NATO tatbîqata xwe ya leşkerî ya herî mezin a ji heyama Şerê Sar vir ve li Norveçê da destpêkirin. 50 hezar leşker, 10 hezar wesayîtên leşkerî, 250 balafir û 65 keştîyên şer beşdarî tatbîqata ku îro dest pê kir bûn.

29 welatên ku endamên NATOyê ne û Fînlandîya û Norveç jî beşdarî tetbîqata ku  dê 7ê Mijdarê berdewam bike bûn.

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê “Ev yek hêza me nîşan dide.”

Tatbîqeta ku tê kirin li rasta wê vekişîna Amerîka ya ji Peymana Sînorkirina Çekên Nukleer ên ku Menzilên wan Nîvek e hat.  Rayedar diyar dikin bo hemû kesên ku teşebûs bikin endamên NATOyê bikin tê kirin. Lê belê tê diyarkirin ev tetbîqet li hember Rûsyayê tê kirin.

Rûsya jî di wan rojên borî de digel Çîn û Mogolastînê tetbîqeta Vostok a ku ji 300 hezar kesî pêk dihat kiribû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû