TIR û mînîbus li hev qelibîn: 3 birîndar

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê TIR û mînîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, li nêzî gundê Odabaşiyê TIR û mînîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 23.00an de li nêzî Odabaşiya gundê girêdayê Nisêbînê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin TIRa bi plaqeya  80 GV 513 a ku ajokarê wê Hîkmetullah Okçetîn bû û mînîbusa bi plaqeya 47 NL 101 a ku ajokarê wê Abdulxafur  Yenîgun bû li he qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de Hîkmetullah Okçetîn û 2 kesên din ên bi navê Ramazan Erdem û Azîze Erdema di mînîbusê birîndar bûn.

Kesên birîndar piştî midaxeleyên ewil ên ku li cihê bûyerê hat kirin re hatin rakirin nexwşexanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn