Tirkîye: Em wê êrîşa ku li Îranê hatiye kirin bi şiddet şermezar dikin

Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew wê êrîşa ku li Îranê hatiye kirin bi şiddet şermezar dikin.

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê ve derbarê êrîşa ku doh êvarî li Îranê hat kirin de daxuyanîya şermezarkirin û tazîyê hat weşandin. Di daxuyanîya ku hat weşandin de hat diyarkirin “ Em bi xemgînî hîn bûn ku li hember leşkeran li Îranê êrîşek hatiye lidarxistin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ji Xwedê ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikin. Em peyama xwe ya sersaxîyê ji gel û hikûmeta Îranê re tînin zimên.”

Di êrîşa ku doh êvarî li Sistan-Belûcistana Îranê li leşkeran hat kirin de 27 leşker jiyana xwe ji dest dan û 13 leşker jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin