Serokê Amerîka Trump derbarê sîxûrê Amerîkayê keşeyê bi navê Andrew Brunsonê ku ji girtîgehê hat derxistin û niha di mala xwe de di bin çavdêrîyê de tê girtin de daxuyanîyeke bêedeb da û destnîşan kir “Ger Brunson neyê berdan, ew ê mueyyîde li Tirkîyê bên sepandin.
Ji ber vê daxuyanîya Trump rayedarên Trikîyê ji daxuyanîya qustax û bê edeb a Amerîka re berteka tund nîşan dan.
Bertekên ku ji teref rayedarên Tirkîyeyî ve hatine nîşandan bi vî awayî ne:
Alîkarê Serokomar Fuad Oktay : “Li dijî gefxwarinên pûç û vala tehamûla me nîne.”
Wezîrê Edaletê Abdullah Gul: “ Tirkîye welatek e ku dikare qedera xwe tayîn bike û xweser e.”
Berdevkê Serokkomarîyê Îbrahîm Kalin: “Amerîka bi gefxwarinan nikare netîcê bistîne.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy: “Tu kes nikare fermanê bide Tirkîyê û gefê lê bixwe.”
ÎLKHA