Trîlyonek û 739 milyar dolar bo parastinê hat xerckirin

Li gor raporta Entîtuya Lêkolînên Aştîyê ya Stockholmê di sala 2017an de li dinyayê tev de Trîlyonek û 739 milyar dolar bo parastinê hat xerckirin.

Ji teref Entîtuya Lêkolînên Aştîyê ya Stockholmê ve derbarê xerckirina bo parastinê de raporta salane hat weşandin. Li gor raporta ku hat weşandin di sala 2017an de li dinyayê tev de Trîlyonek û 739 milyar dolar bo parastinê hat xerckirin.

Li gor raportê Tirkîye di lîsteya ku hatiye weşandin de di rêza 18emîn de ye û di sala 2017an de 18 milyar û 200 milyon dolar bo parastinê xerc kiriye.

Di raportê de hat diyarkirin Amerîka 610 milyar dolar, Çîn 228 milyar dolar,Rûsya 66 milyar û 300 milyon  dolar Fransa 57 milyar û 800 milyon dolar bo parastinê xerc kirine.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn