Donald Trumpê Serokê Amerîka li ser hisabê xwe ya medyaya civakî bersiv da Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî. Trump di parvekirina ku kir de wiha got: “Careke din qetîyen gefê li Amerîka nexwe.Heke na hûn ê jî wê êş û elema ku hinek kes di dîrokê de kişandine bikşînin. Em ê nebin ji wan welatên ku ji gotinên we yên derbarê mirin û şiddetê de. Haya xwe ji xwe bike.”
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanîyê ku di niştina temsîlkarên Îranê yên li derveyî welêt de axavtinek kiribû derbarê pêwendîya di navbera Îran û Amerîka de nirxandinan kiribû û destnîşan kiribû “Îro bi Amerîka re gotûbêj kirin tê wateya teslîmbûna milletê Îran û bi dawî bûna bidestxistîyan. Em zilamê şerefê ne û di temamê dîrokê de bûne ewlehîkarê tengava li heremê ne. Ey Trump! Bi dûvê şêr nelîze, ew ê tu poşmam bibî.”
ÎLKHA